Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Haşimî Dixwaze li Herêma Kurdistanê Bê Dadgehkirin


Tariq El Haşimî.

Cîgirê Serokê Îraqê Tariq El Haşimî dibêje, ew bê guneh e û wî tu caran li dijî Îraqê kar nekiriye.

Di konferanseka rojnamevanî de li Hewlêrê roja Sêşembî, Haşimî got ew amade ye li pêş dadgehê amade be û xwest ku li Kurdistanê bê dadgehkirin. Haşimî Sunnî ye.

Hikûmeta Îraqê ya bi rêberatiya Şîeyan biryara girtina Cîgirê Serokê Îraqî da piştî ew bi tawana terorê hate xetabar kirin.

Karbidestên hikûmeta Bexda, Haşimî xetabar dikin bi têkelîhebûn bi kuştina karbidestên hikûmet û parastina Îraqê.

XS
SM
MD
LG