Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Îraqê Daxwaz ji Kurdistanê Kir Haşimî Teslîm Bike


Tariq El Haşimî.
Tariq El Haşimî.

Hikûmeta Îraqê ya bi rêberatiya Şîeyan bi fermî daxwaz ji Herêma Kurdistanê kir ku cîgirê Serokê Îraqê Tariq El Haşimî teslîmê Bexdayê bike.

Li gor ajansa Associated Press, karbidestê desthilata dadwerî ya Herêma Kurdistanê Dadyar Hemîd roja Yekşemê got ku hikûmeta Bexda bi fermî daxwaza radestkirina Haşimî ji Kurdistanê kiriye, lê belê wî negot ka Kurdistan bersiva daxwaza Bexdayê dide yan ne.

Haşimî, ku Sunnî ye, bi terorê hatiye tawanbar kirin û niha li Silêmanî ye û karbidestên hikûmeta ferdralî neşên wî desteser bikin.

XS
SM
MD
LG