Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina Cîgirê Serokê Îraqê li Bexdayê Destpê kir


Dadgehkirina cîgirê Serokê Îraqê yê Sunnî Tairq El Haşimî bi tawna terorê li Bexdayê destpê kir.

Haşimî bi kuştina karbidestên hikûmetê, hêzên parastina Îraq û kesên ku serdana cihên pîrozên Şîeyan dikin hate tawanbarkirin.

Du caran dadgehkirina Haşimî hatîye paşxistin û bêy amadebûna wî roja Sêşemê dadgehkirina wî li paytexta Îraqê birêve çû.

Haşimî daxwaza veguhastina cihê dadgehê kiribû çûnkî dadgehkirina wî ji layê dadgeha tawanan ya Bexdayê rewa nabe, li gor gotina wî. Lê belê desteyeka dadwerî daxwaza Haşimî red kir.

Cîgirê Serokê Îraqê li dawiya sala bihurî reviya Herêma Kurdistanê piştî hikûmeta Nûrî El Malikî fermana girtina wî da û nuha li Tirkîyê ye.

XS
SM
MD
LG