Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîeyên Pakistanê li Îraqê Rastî Êrîşê Hatin


Karbidestên Îraqî dibêjin bi sedema teqîna bombekê li nêzîkî Bexda, 24 Şîeyên Pakistanê birîndar bûn.

Li gor karbidestên polîsî, ew teqîn şeva Yekşemê li nêzîkî otobûsa Şîeyan devera Saqlawîyeh ya piranî Sunnî qewimî.

Li gor ajansa Associated Press, Şîeyên Pakistanê ji Sûrîyê hatibûn û ber bi mezargeha Kazimîyeh li Bexdayê diçûn.

Şîe li seranserê cîhanê serdana cihên pîroz li bajarên Necef, Kerbela û Bexdayê dikin.

XS
SM
MD
LG