Îraqê got axa wê nehatiye bikaranîn ji bo êrîşa doh a serhildêrên Hosî li dijî zeviyeke niftê ya Erebistana Saudî.
Nivîsîngeha serokwezîr Adil Ebdulmehdî îro Yekşemê got wê Îraq bi awakî biryarbir bersivê bide li dijî her kesekî ku hewil bide axa wê bikar bîne ji bo êrîşkirina welatekî din.
Berpirsên Amerîkî berê gotibû herî kêm êrîşeke bi firokên bê firokvan li dijî Erebistana Saudî ew ji axa Îraqê bû, ku Îran li wir piştgiriya çekdarên Şîiî dike, lê Bexda ew red kir.
Serokwezîrê Libnanê Saad Herîrî jî ji aliyê xwe ve, êrîşa doh li dijî Erebistana Saudî şermezar kir û ew wek gurkirineke wesif kir ku renge nakokiyan li heremê berfereh bike.
Wezîrê derve yê Îranê dibêje tawanbarkirina Îranê bi vê êrîşê dê şerê li welatê herî hejar di cîhana Erebî de bidawî neyîne, belê axaftin tenê dikarin şer bidawî bînin.