Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê Banga Vegera bo “Jiyana Normal” Dike


Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî
Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî

Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî îro Şemiyê got di demekê de ku xwepêşandan girîngin ji bo çaksaziyên siyasî, divê jiyana normal vegerê welêt.

Ev bû çend hefte, xwepêşandan li seranserî Îraqê dibine û bi dehan kes ta niha hatine kuştin.

Xwepêşander daxwaza guhertina sîstema siyasî dikin ku dibêjin bûye sedema gendeliyê li ser destê qata siyasî ya ku ji dema rûxandina rêjîma Seddam Husên ve welêt birêve dibe.

Ebdulmehdî di daxuyaniyekê de got:

“Xwepêşandan, di danîna fişarê li ser gurûpên siyasî û hikûmetê de alîkariyê dikin… ji bo pejirandina çaksaziyên siyasî, lê berdewamiya xwepêşandanan divê rê bide vegera jiyana normal, da ku daxwazên rewa bêne pêkanîn.”

Wî diyar kir ku partiyên siyasî di 16 salên borî de gelek şaşî kirine.

Tê zanîn ku ji dema destpêkirina xwepêşandan di roja 1 meha borî de bêhtirî 280 kes hatine kuştin di pevçûnên di navbera xwepêşanderan û polîs de.

XS
SM
MD
LG