Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê bi Awakî Demkî Wezîrê Elektirîkê ji Kar Dûr Dixe


Heyder el-Ebadî

Serokwezîrê Îraqê Heyder el-Ebadî îro Yekşemê bi awakî demkî wezîrê elektirîkê ji kar dûr xist ji ber kirîza elektirîkê û xizmetên lawaz ku bûne sedema xwepêşandanên berferh li welêt.

El-Ebadî ev nûçe li ser Twitera xwe ragihand û got daliqandina karê wezîr Qasim el-Fehdawî dê berdewam ke heta vekolîn bidawî tên.

Li gel xerckirina bi milyaran dolar ji dema rûxandina rêjîma Sedam Hisên ve sala 2003an, gelek bajar û bajarokên Îraqê rastî qutbûna berdewam a elektirîkê tên.

Kêmbûna kar û xizmetên hikûmî gelek xwepêşandan gur kirin û gelek tundûtijî di navbera polîs û xwepêşanderan de derketin holê, dema xweplêşanderan êrîşî nivîsîngehên hikûmetê kir û polîs teqe li wan kir.

Biryara el-Ebadî tê rojekê piştî komisyona hilbijartinan pêşniyareka el-Ebadî himbêz kir li dor dûrxistina ji kar a pênc berpirsên hilbijartinan.

XS
SM
MD
LG