Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê Bo Yekem Car Piştî Şerê Sûriyê Serdana Şamê Dike


Serokwezîrê Îraqî Mihemed Şîa Al-Sudanî roja Yekşemê dest bi serdaneke fermî bo Sûriyê kir, yekem seredana serokwezîrekî Îraqî ji destpêka şerê Sûriyê di sala 2011an de, bi armanca ewlekirina sînorên wan ên hevbeş û bihêzkirina peywendiyên aborî.

Îraq û Sûriyê, ku peywendiyên wan ên aborî, leşkerî û siyasî yên nêzîk bi Îranê re hene, di tevahiya şerê navxweyî yê Sûriyê de, tevî ku dewletên din ên ereb balyozên xwe vekişandin û balyozxaneyên xwe li Sûriyê girtin, peywendiyên xwe berdewam kirin.

Bexda û Şam, ligel grûpên çekdar ên şîe yên ku Îran piştgirîya wan dike, hevkarî kirin di şerê dijî rêxistina Dewleta Îslamî de, ku ji Îraqê ber bi Sûriyê ve belav bû, û di demekê de zêdetirî sêyeka herdu welatan kontrol kirin.

Ferhad Alaaldin, rawêjkarê karêûbarê derve yê serokwezîr, got ku Sûdanî dê li ser şerê li dijî herikîna madeyên hişber, bi taybetî madeya Captagon, û nehiştina derbasbûna çekdarên Dewleta Îslamî bo sînorê wan yê hevbeş li dirêjiya 600 km, gotûbêj bike.

Serokwezîr herwiha dê li ser hevkarîya bazirganî û aborî û îmkanên ji nû ve vekirina boriya hinartina petrolê li Deryaya Spî gotûbêj bike, ku dikare alîkariya Îraqê bike ku riyên hinardekirinê cihêreng bike, wî got.

Serdana Sûdanî di demekê de tê ku welatên din, di nav de jî Erebistana Siûdî, piştî çend salan ji aloziyan, peywendiyên xwe bi Şamê re ji nû ve ava dikin.

Di sala 2011an de, endamtiya Sûriyê di Komkara Erebî de hat rawestandin, ji ber tepeserkirina hovane ya Esed li ser xwepêşanderan û çend dewletên Kendavê piştgirî dan opozîsyona çekdar ya dijî desthilata wî.

Lê Esed bi piştgiriya leşkerî û aborî ya Rûsiya û Îranê kontrola piraniya Sûriyê ji nû ve bi dest xist, Sûriyê di meha Gulanê de careke din hat qebûlkirin bo Komkara Erebî, û welatên herêmê li diyaloga bi wî re digerin ji bo bidawîkirina qaçaxçitiya madeyên hişbir û vegerandina bi milyonan penaber.

Sûriyê razî bû ku alîkariyê bike ji bo dawîanîna qaçaxçitiya madeyên hişbir li ser sînorên xwe yên bi Urdun û Îraqê re.

Amerîka, Brîtanya, û Yekîtiya Ewrupî di van mehên dawî de ceza danîne ser karbidestên payebilind ên Sûrî û xizmên Esed, ji ber têkiliyên wan ên bi bazirganiya madeyên hişbir re.

Hikûmeta Sûriyê peywendiya xwe bi bazirganiya Captagonê red dike.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG