Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî dibêje dengdana li dor Referanduma serxwebûna Herêmê dê sibe Duşemê, wek ku hatibû pilankirin, birêve biçe, li gel wan fişarên nava Îraqê û her wiha herêmê.
Di konferanseka rojnamevanî de li Hewlêr a paytexa Herêma Kurdistanê, Barzanî îro Yekşemê got di demekê de ku dengdan dibe gava yekem a piroseyeka dirêj a guftûgoyan de li dor serxwebûnê, hevkariya Herêmê li gel hikûmeta navendî ya Îraqê li Bexda êdî gihîşte dawiyê.
Bexda, Amerîka û Neteweyên Yekgirtî, hemiyan dijberiya xwe bo dengdana Duşemê ragihand, û huşdarî da ku renge ne seqamgîriyek kûrtir derxe holê li herêmê di demekê de ku hêzên Kurd û Îraqê berdewam in di şerê dijî Daişê de.
Demekê berê îro Yekşemê, Îranê esmanê xwe li gel herêma Kurdistanê girt û geştên esmanî rawesdtandin, li ser daxwaza Bexdayê.