Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Başûrê Îraqê Berdewam in


Dergeha Deryayî Um Qesir

Li parêzgeha Besra ya başûrê Îraqê xwepêşandanên dijî nebûna kar û xizmetên giştî berdewam in.

Çalakvan Leys Hisên ji ajansa Associated Press re got bi hezaran xwepêşander îro Yekşemê li derveyî avahiya hikûmetê kom bûn û riyên sereke yên zeviyên niftê li bakur û rojavayê bajarê Besra girtin.

Wî got nobedarên avahiyê gulle di ser xwerpêanderan re avêtin û hin ji wan ji hev bela kirin.

Hisên her wiha got xwepêşanderan li cihên din ên Besra desthilatdar neçar kirin ku dergeha deryayî ya Um Qesir li Kendava Farisî bigrin.

Xwepêşander plan dikin rêveçûnekê ber bi dergehên sînorî de li gel Kuwêt û Îranê bibin, li gor çalakvan Hisên.

Şeva borî, gurûpeka xwepêşanderan hewil da derbasî bingeha rêxistina Bedir bibe, ku yek ji partiyên Şîiî yên bihêz e û baskê wê yê çekdarî heye, lê noberdaran gulle avêtin wan û hin ji wan birîndar kirin, dîsa li gor Hisên.

XS
SM
MD
LG