Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê Teqîneka Nêzîkî Mizgefteke Şîiî 3 Kesan Dikuje


Berpirsên ewlekariya Îraqê dibêjin motorsîklekî bumbekirî li nêzîkî mizgefteke Şîiî 3 kes li başûrê Bexdayê kuştin û 34 kesên din birîndar kirin.

Berpirsan got teqîna şeva borî li cadeyeke bazirganî ya gundê Museyib bû. Berpirsan nexwest navên xwe diyar bikin.

Gurûpa Dewleta Îslamî Daişê berpirsiyariya vê êrîşê da ser milê xwe û got wan kombûneke Şîiyan li nêzîkî mizgefeteke şîiî kir armanc.

Artêşa Îraqê operasyoneke nû ragihand li dijî şaneyên razayê yên Daişê li parêzgeha Anbar a rojavayê welêt.

Tê zanîn ku Îraqê di sala 2017an de serkeftin li dijî Daişê ragihand, lê hîn jî gurûp bi riya şaneyên eazayî êrîşan pêktîne.

XS
SM
MD
LG