Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Jineka Frensî bi Zîndana Hetahetayê Ceza Dike ji bo Tevlêbûna Daişê


Dadgeheka Îraqî
Dadgeheka Îraqî

Dadgeheka Îraqî jineka Frensî bi zîndana hetahetayê cezakir ji bo endamtiya gurûpa Dewleta Îslamî Daiş.

Melina Boughedir a 28 salî bi awakî seretayî bi şeş meh zindan hatibû cezakirin ji bo derbasbûna Îraqê bi awakî ne yasayî, lê dadgehê îro Yekşemê cezayekî girantir da, piştî ku dozgeran hin belgeyên nû pêşkêş kirin, di nav de jî hin wêneyên hevjînê wê yê Frensî li gel çekdarên Daiş.

Boughedir a ku sala borî li bajarê Mûsilê hatibû girtin, li gel keça xwe ya dusalî derbasî dadgehê bû. Sê parêzer li gel wê kar dikin, ku dikarin li dor fremana îro ya dadgehê daxwaza pêdaçûnê bikin.

Di operasyona derxistina Daiş ji Mûsilê de, Îraqê bihezaran kes girtin, di nav de jî bisedan biyanî.

Hin ji girtiyan hatin şandin bo welatên wan û hin jî bi awakî lezgîn tên dadgehlkirin, ji ber jimara mezin a doseyan.

XS
SM
MD
LG