Belavbûna cûreya Omicron ya koronayê hejmara pêketiyên vîrusê li parêzgeha Duhokê zêde kirîye û rojane ji 300 ta 400 kes wek hilgirên COVID-19 tên tomarkirin.
Gelek welatîyan 2 danên vaksînê wergirtine lê hîn jî bi koronayê ketine.
Li dor rewşa dawî ya COVID-19 li parêzgeha Duhokê û rêjeya welatîyên ku vaksîn wergirtinî, Hemze Mihemed Elî, ji rêveberîya giştî ya saxlemîya Duhokê behsa rewşa nexweşxanên koronayê û rêjeya wergirtina vaksînê kir û got:
“Berawird di gel berî heyvekê, gelek cudahî heye û rojane ta 400 kes tên tomarkirin lê rewşa nexweşxanan baştire û me tinê 20 nexweş di nexweşxanê de hene.”
Di berdewamîya axftina xwe da Hemze daxwaz ji welatîyan kir ku qesta bingehên vaksînê bikin ji bo bên parastin ji vê vîrusê.
Ji bo wergirtina vaksînê, rêveberîya giştî ya saxlemîya Duhokê asankarî bo welatîyan kirine li hemî bingehên vaksînê, û bingehên gerok jî li bazaran danîne da ku welatî bi rêjeyek baş vaksînî wergirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da her fermanberekê vaksînê ne wergirît dê mûçeyê wî bê ragirtin û welatîyê nurmal jî mamelên wan li çi dam û dezgehên hikûmî bi rê ve naçin, eger karta vaksînê nebe.
Ji ber vê biryarê qerebalixek baş li bingehên vaksînê peyda bûye.
Hêjayî gotinêye, di ragehandina dawî ya wezareta saxlemîya Herêma Kurdistanê da ya jimare 24 ya sala 2022, di 24 demjimêran da li parêzgeha Duhokê 391 kes bi helgirên COVID-19 hatine tomarkirin û 1 nexweşî canê xwe ji dest daye.
Di heman ragihandindê da hatîye ku ji destpêka belavbûna COVID-19 ta niha li Duhokê 1787 nexweşan canê xwe ji dest da ne.