Lînkên eksesibilîtî

Firoka F-16 ya Îraqê li Amerîka Dikeve, Firokevan Jiyana Xwe ji Dest Dide


Wezareta berevaniya Îraqê ragihand ku, êvarîya roja Sêşemê li eyaleta Arizona ya Amerîka firokevanê Îraqî Nur Falih Hezim jiyana xwe ji dest da,

Weke di daxûyaniya wezareta beravaniya Îraqî de hatî, firoke di dema rahênanên leşkerî de li bingeha Arizona Air National Guard's 162nd Wing, ketiye xwar û firokevan di bûyerê de mirîye, hêzên esmanî yên Îraqê di hesaba twêtera xwe de dibêje, fermandarîya hêzên esmanî yên Îraqê xembarîya xwe derbarê mirina firokevan Nur Falih Hezim diyar dike û dide zanîn ku, firoka wî di dema rahênanên leîkerî de li Arizona ketiye xwar.

Wezîrê berevaniya Îraqê Îrfan al-Heyalî roja Çarşemê daxûyaniyek weşand, di daxûyaniyê de Heyalî daxwaza lêkolînan kiriye derbarê ketina firokê û mirina firokevanî.

Yek ji şahidên bûyerê li Arizona ku, nêzîkî cihê bûyer bû gote kenalekê mediya Amerîkî, cihê ku firoke lê ketî çalek 6 metran kur, dirust kirîye.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Îraqê û Amerîka paymana hevkarîya leşkerî heye Îraq çek û firokên F-16 ji Amerîka dikire, bi armanca bihêz kirina artêşa Îraqê li dij çekdarên tundrê yên weke DAIŞ'ê, herwiha pisoprên leşkerê Amerîka rahênan û pereweda leşkerî didin serbazên Îraqê.

XS
SM
MD
LG