Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Du Teqînan de li Îraqê Kesek Dimre û 16 Birîndar Dibin


Wêne ji Êrîşeke kevne li Felûje
Wêne ji Êrîşeke kevne li Felûje

Polîsê Îraqê Dibêje du bombeyên gurûpa terorîst Daişê teqiyan, di encamê de kesek mir û 16 kesên din birîndar bûn.

Teqîna yekem li bajarê Felûja yê rojavayê Bexdayê bi riya erebeyek rawestiyayî rû da, du endamên polîs û sê sivîl birîndar kirin û hin ziyanên madî li dû xwe hîştin.

Êrîşa duyem li parêzgeha Selahuddîn bû dema ku bumbeyeke li ser rê baseka karkerên parzingeha niftê ya al-Siniya li herêma Bêjî ji xwe re kir armanc.

Polîs got teqîna duyem karkerek kuşt û 11 kesên din birîndar kirin.

Teqîn li ser riya sereke ya Bêjî li bakurê Bexdayê bû.

Tê zanîn ji dema ku gurûpa Daişê piraniya navçeyan jidest dayî ve, jimara êrîş û teqînên wê kêm bûye.

XS
SM
MD
LG