Piştî ku, şeva bihorî baraneke dijwar li Îraqê barî, hemû cade û kolanên paytext Bexda ji ava barana zêde pengiyan, baran barîna bihêz bû sedemê zirar û ziyanên madî yên mezin, piraniya malan li taxên hejar pirî av bûn, zêdebarî ku van lehîyan zirar gihand mal û milkê welatiyan, lê henk û pûkenok liser rewşa baran barînê di civakê de hatin afirandin.
Di Mediya Civakî de, hat weşandin ku, pêwîstîya kesên bixwazin jibo penaberiyê biçin Ewrupa, bila li Bexda siwarî gemiyê bibin û xwe bigehînin Yunanistanê.
Di rewşeke çaverê nekirî ya seqayê herêmê de, şeva Çarşemê liser Pêşemê baraneke dijwar li Îraqê bi giştî û li paytext Bexda bi taybetî barîya, polîsan li her derê alîkarî da welatiyan.
Ji sedema nebûna kenalên avrêjiyê herdema bareneke bihêz dibare dibe egera av pengiyanê li hemê cade û kolananên Îraqiyan, ev jî ziyanên madî yên mezin bi xwe re tîne.