Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îraqê Serdana Îranê Dike


Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên îro Şemîyê bo cara duyem di mehekê de serdana Îranê kir û li gel hevtayê xwe yê Îranî Mihemed Cewad Zerîf kom bû.

Serdana Hisên tê di demekê de ku girjî li herêmê bilind bûne.

Roja Pênşemê êrîşeke esmanî li Sûrîyê bingehên mîlîtanên alîgirên Îranê kiribûn armanc, piştî êrîşên moşekan li Hewlêra paytextra Herêma Kurdistana Îraqê, ku di encamê de sivîlek hatibû kuştin û hejmarek Amerîkî û endamên koalisyona navnetewî birîndar bûbûn.

Medya Îranê dibêje Hisên her wiha li gel serokê Civata Bilind ya Ewlekarîya Niştimanî Elî Şamxanî kom bû.

XS
SM
MD
LG