Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimarek Rokêt li Herêma Kesk û Bexda û Bingeheke Leşkerî ya Îraqê Dikevin


Artêşa Îraqê got jimarek rokêt îro Şemiyê li herêma Kesk a ku ewlekariyeke tund heye û li taxa Jadriya ya Bexdayê û her wiha li bingeha Balad a leşkerî ku mêvandariya hêzên Amerîkî dike, ketin.

Artêşê di daxuyaniyekê de got ketina rokêtan ti ziyanêm mirovî encam nedan.

Tê zanîn, Amerîka di êrîşeke esmanî de roja Înê serkirdeyê hêzên Quds ên Îranî Qasim Sulêmanî û serkirdeyê hêzên Heşdulşaabî Ebû Mihdî el-Muhendis kuştin.

Girjî di navbera Îran û Amerîka de bilind bûne û Îranê soza daye ku tola herdu serkirdeyan vegerîne.

XS
SM
MD
LG