Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Temîz: Divê Haşimî li Bexdayê Bête Dadgehkirin


Tariq El Haşimî.
Tariq El Haşimî.

Desthilata Dadwerî ya Îraqê ragihand ku li gor fermana dadgeha temîz, divê Cîgirê Serokê Îraqî Tariq El Haşimî li Bexdayê bête dadgehkirin, ne li Kerkukê.

Civata Bilind ya Dadwerî roja Yekşemê ragihand ku dadgeha temîz ferman da Haşimî li dadgeha Bexdayê amade be. Dadgeha temîz daxwaza Haşimî red kir ku li Kerkukê bête dadgehkirin.

Haşimî li Kurdistana Îraqê ye, ku ne li bin desthilata hikûmeta Îraqê ye.

Tawanbarkirina Haşimî bi terorê ji layê hikûmeta piranî Şîe ya Îraqê ve bû sedema alozbûna pirsgirêka mezhebî li Îraqê.

XS
SM
MD
LG