Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xebatên Amadekariyên Hilbijartinan li Sernaserî Îraqê Xurt Dibin


Hilbijartinên Îraqê - Duhok
Hilbijartinên Îraqê - Duhok

Îro roja Çarşemê sertaserî Îraqê pirosesa zelal kirina jimareya berbijêran bo beşdarîya di pêşbirkêya hilbijartinên Îraqê de hat encamdan, li gurî biryara komisyona serbexwe ya hilbijartinan li Îraqê.

Ofîsa Duhok ya hilbijartinan weke her parêzgehek din ya Îraqê dest bi vê pirosesê kir. Komisyona hilbijartinên Îraqê biryar stand ku ji hejmar 1-19 kar pê nayê kirin dê ji jimare 20 destpê bikin li tevaya Îraqê bo berbijêran.

Li parêzgeha Duhok 24 berbijêr hene li ser 3 bazinan hatine dabeşkirin ji berbijêrên parêzgeh Duhok 7 jinin û 5 kes wek serbixwe hatine berbijêr kirin jibo hevrikîyê li ser 11 kursîyên civata nûnerên Îraqê.

Çend berbijêr bo dengê Amerîka axvîn û behsa pirosesa tîr û pişkan kirin, weke ew dibêjin, ji pirosesê û jimarên xwe di razîne.

Viyan Sebrî, endama parlemena Îraqê li ser lîsta Partî Demokratî Kurdistan PDKê, bo cara 2 hatiye berbijêrkirin li ser pirojê xwe yê vê carê bo dengê Amerîka axvî û got, "li destpêkê emê çin wêrê wek nunerîn hemط Kurdan û dê bergirîyê ji mafê Kurdan kîn yê destorî bi taybet mafê hawilatî weke budce û mûçe û made 140 û yê pêşmergeyan, em wek Kurd dê çîn wêrê, em weke PDK me bernamê xwe heye lê divê li wîrê weke yek dest karbikîn da berevaniyê ji tev Kurdan bikîn."

Bo kiristiyanan (Kuta) hatîye danîn li ser vê kutayê rêveberê ofîsan Duhok ya hilbijartinan (Xalid Ebas) got, "bo kuta kiristîyanan Îraq bo wan yek bazineye dê tîr û pişka wan li Bexda ête encamdan.

Cihê amajêye ku li parêzgeha Duhok heta îro 74% nav hatine tomarkirin di gel awaran her berbijêrek di çarçoveya bazina ku lê hatiye berbijêr kirin, dê pirûpagendê hilbijartinan bide detpêkirin, li gurî rênimayên komisyona serbixwe ya hilbijartinan û bajêrvaniyê.

Raporta Duhok - 07 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00

XS
SM
MD
LG