Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraq û Îranê Rahênanên Leşkerî yên Hevbeş Dikin


Tilfizyona dewleta Îranê îro Şemiyê ragihand ku Îran û Hêzên hikûmeta navendî ya Îraqê dê rahênanên leşkerî yên hevbeş bikin li ser sînorên di navbera herdû welatan de.

Ev gav beşeke ji hewlên piştgiriya Îran bo Bexdayê, piştî Referanduma serxwebûna Herêma Kurdistana Îraqê.

Tilkfizyonê ji ser zimanê peyvdarekî leşkerî ragihand ku dibêje biryara lidarxistina manorên serbazî hate dayîn di kombûneka komandarên leşkerî yên Îranê de.

Di kombûnê de, her wiha hate erêkirin li dor pêvanên ewlekariya sînor û pêşwazîkirina hêzên Îraqê da cihê xwe li xalên sînorî bigrin.

XS
SM
MD
LG