Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komandarekî Îraqî Dibêje Şerê Dijî Daişê Li Îraqê Bi Dawî Hat


Komandarekî mezinî Îraqî dibêje şerê dijî gurûpa terorîst Daiş li Îraqê bi dawî hat.

Di daxuyaniyekê de îro Şemiyê General Ebdulemîr Raşîd Yarella dibêje operasyonên dijî tudrewan bidawî hatin piştî hêzên Îraqî sînorê li gel Sûriyê kontrol kir.

Daxuyanî dibêje:

“Hemî xaka Îraqê ji terorîstên Daişê rizgarbûye û hêzên me bi temamî kontrola sînorê navnetewî yê Îraqê li gel Sûriyê dikin.”

Çekdarên Daiş derdora sêyek ji axa Îraqê kontrol kiribû, di nav de jî Mûsil, duyem mezintrîn bajarê Îraqê, di havîna sala 2014an de.

Di van sê sal û nîvan de, hêzên Îraqî, bi piştgiriya koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka, operasyonên leşkerî birêve birin li dijî tundrewan ta ku gihîştin vê qonaxê, lê Daişê hîn dikare êrîşên xwekujî li hin cihan pêk bîne.

XS
SM
MD
LG