Li Îraqê Gurûpa Dewleta Îslamî Daiş di vîdyoyekê de daxwaza azadkirina hemî jinên Sunnî yên di zînadanên Îraqê de kirin.
Di vîdyo de, Daiş 6 barimte nîşan dan- ku wan xwe wek polîs û çekdarên Îraqê dan nasîn- û sê roj ji hikûmetê re destnîşan kirin ji bo azadkirina jinan.
Daiş got eger jin neyên azadkirin ewê wan 6 barimteyan bikujin.
Vîdyo li ser platforma Internêt a Cîhadiyan îro Şemiyê hat belavkirin hefteyekê piştî ragihandina Daiş ku wan 11 endamên polîs û Heşda Şaabî girtin.
Serokwezîr Heyder al-Abadî di van hefteyên dawî de rastî fişarekê dibe ji ber çalakiyên Daişê ku hikûmetê têkçûna wan ragihandibû.