Wezîrê derve yê Urdunê Eymen Sefedî îro Şemiyê huşdarî da li dor encamên xistina Îraqê nav girjiyên kûrtir li herêmê û banga kêmkirina girjiyan kir.
Di axaftina xwe de li Bexdayê di konferanseka rojnamevanî ya hevbeş de li gel hevtayê xwe yê Îraqî Mihemed el-Hekîm, Sefedî got, “Eger em hemî li gel Îraqê rawestin, wê herêm tevde sûdê wergire.”
Serdana Sefedî bo Îraqê tê di demekê de ku girjî di navbera Amerîka û Îranê de bilind bûne.
Herdû wezîran pêwendiyên di navbera herdu welatan de û pêşketinên herêmî gotûbêj kirin û pêwîstiya hevrêziyeke rade bilind derbirîn ji bo danûstandina bi kirîza herêmê re, ji bo pêkanîna ewlekarî û seqamgiriyê li wir.
Pêşbîne, Sefedî li gel serokê Îraqê, serokê parlemanê û serokwezîrê Îraqê kom bibe, ji bo gotûbêjkirina pêwendiyên hevpeş ên herdu welatan û weberhênana di navbera wan de.