Lînkên eksesibilîtî

Girjî li Başûrê Parêzgeha Kerkûkê Derdikevin Holê


Li Îraqê hin çavkaniyên ewlekariyê îro Şemiyê got girjî li bajarokê Tuz Xurmato deketin holê, piştî pevçûna di navbera pêşmerge û Hêzên Heşd el-Şabî yên Turkuman de, li dor serxwebûna herêma Kurdistanê.

Bêhtirî 10 malbatên Kurd li navçeya Askarî, ku piraniya wê Turkman in, malên xwe bicîhîştin, piştî pevçûna serê sibehê ku du demjimêran dirêj kir, li gor çavkaniyan.

Wan got pevçûna bi çeken otomatîkî çi ziyan li dû xwe nehîşt.

Tûz Xurmato 75 kîlometir li başûrî bajarê Kerkûkê ye û niha di bin destê hêzên Pêşmerge de ye.

Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî, bi berdewamî dibêje wan çi pilanên êrîşkirina Pêşmergeyan nînin, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê hêzên Îraqê bi niyazên dijminahî tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG