Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraqê Agehdarî da Hemû Hêlên Esmanî Yên Biyanî Geştên Xwe Bo Kurdistanê Rawestînin


Firokexana Hewlêr, veguhastina pêdiviyên mirovatî bo penaberan li herêmê.

Desteya Firînên Medenî li Îraqê, roja Çarşemê daxwaznamek ji hemû hêlên esmanî yên biyanî re şand, deste di daxwaznamê de, hemû şerîketên navnetewî yên firînan agehdar dike da ku, roja Înê seat 15:00 GMT, hemû geştên xwe bû firîngehên bajarê Silêmaniyê û Hewlêr li herêma Kurdistana Îraqê rawestînin.

Daxwaznama desteya firînên medenî ya Îraqê dibêje, bi tenê geştên navxwe yên Îraqê dê ên berdewam kirin.

Serokê hikûmeta Îraqê Heyder Ebadî roja Sêşemê dabû zanîn ku, dê geştên esmanî bû herêma Kurdistanê êne rawestandin û 72 seat derfet dabûn hikûmeta herêma Kurdistanê ku, serweriya firokexanên Hewlêr û Silêmaniyê radestî hikûmeta merkezî bikin, Îraqê dabû zanîn eger ku, hikûmeta herêmê kontrola firokexanan di 72 seatan de radestî hikûmeta Bexda nekin, ewê biryara qedexekirina geştên esmanî bo herêma Kurdistanê bidin.

Ajansa reuters radigehîne ku, şerîketa hêlên esmanî yên Tirkiyê Çarşemê di daxûyaniyekê de ragehand ku, hêla esmanî ya Tirkiyê geştên xwe berdewam dike bo herêma Kurdistanê û hêjî agehdariyek fermî ji bo rawestandina geştan ji Îraqê negihaye wan.

XS
SM
MD
LG