Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîn Û Êrîşên Çekdarî de li Bexda 32 Kes Tên Kuştin


Roja Duşemê li paytext Bexda li bajarê el-Sadir trombêleka bombekirî bazarekê qelebalix kire armanc di êrîşê de 24 kes hatin kuştin, li bakûrê Bexda jî, DAIŞê êrîş li dij bingehên çekdarên girêdayî hikûmeta Îraqê pêk anîn, di encam de 16 kes hatin kuştin.

Ajansa Reuters ragihand ku Dewleta Îslamê (DAIŞ)ê, êrîşa bajarê el-Sadir girtiye ser xwe û hejmara qurbaniyan gihaye 24 kuştî û 67 birîndaran.

Bajarê el-Sedir piraniya xwecihên wê Sî'ia mezhebin, milîtanên dewleta Îslamê (DAIŞ) ê gelek caran êrîş li dij xwecihên vê herêmê pêkanîne.

Êrîşa îro roja Duşemê li Bexda pêkhatî yek ji zincîra êrîşên çekdarî û trombêlên bombekirî bûn li Îraqê, roja Şemiyê dîsan li herêmên cûda yên Bexda di sê peqînan de, 29 kes hatbûn kuştin, herweha roja Yekşemê li nêzîk bajarê Necef li başûrê welat êrişî bingehekê polîsan hatbû kirin 7 polîs hatbûn kuştin.

Leşkerê Îraqê bi alîkariya hêzên hevpeymaniya navnetewî ya li dij DAIŞê ya ku, Amerîka serokêşiya wê dike, dixwazin çekdarên DAIŞê ji bajarê Mûsil derbiken, ku bajarê herî mezin û yê dawiyê yê çekdarên DAIŞê têde mane, lê şerên dijwar di navbera leşkerê Îraqê çekdarên DAIŞê de li bajar diqewimin.

Wek tê zanîn roja 17 Mijdara sala 2016an hêzên Îraqî bi hevkariya hêzên esmanî yên Koalîsyona navnetewî ya li dij DAIŞê hatbû destpêkirin, heta niha çarêkek ji bajar hatiye rizgarkirin.

Li gel dijwariya şerên li nava bajarê Mûsil de, roja Duşemê DAIŞê êrîşên xwe li dervey qada sereke ya şer ku bajarê Mûsilê ye pêk anîn, çavkaniyên leşker û polîsên Îraqê dan zanîn ku, çekdarên DAIŞê îro li nêzîk bajarê Bêcî yê 180 kîlometran dûrî Bexda êrîş li dij bingehên leşker û polîsan pêk anîne 4 leşker hatine kuştin û 12 birîndar bûne di nava wan de çekdarên eşîretan jî hene.

XS
SM
MD
LG