Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Îraqê Karvekişîna Ebdulmehdî Dipejirîne


Parlemana Îraqê îro Yekşemê bi awakî fermî destkişana ji kar a serokwezîr Adil Ebdulmehdî pejirand, lê hin parlemanter dibînin ku riya binavkirina kesekî din li şûna wî mijahî ye, ji ber ku hin pirsgirên yasayî xwe didine pêş.

Parlemanê bê dengdan destkişana ji kar a Ebdulmehdî pejirand, li gor çar parlemanteran ku di daniştinê de amade bûn.

Parlemanteran li gor helwesta yasayî ya Dadgeha Fedralî ya Bilind ev biyrar da, ji ber ku yaseya heyî ti pîvanên diyar di vê derbarê de dabîn nake.

Parlemanter Serkewt Şemseddîn di dema daniştinê de got,” li gor nerîna Dadgeha Fedralî, pêwîstî bi dengdanê nîne.”

Piştî pejirandina destkişana ji kar a Ebdulmehdî, serokê Parlemanê Mihemed el-Helbûsî daxwaz ji serokê Îraqê Berhem Salih kir ku kesekî din bike kandîd ji bo damezrandina hikûmeteke nû.

Li gor destûrê, kutleya herî mezin di parlemanê de, di nava 15 rojan de kandîdekî destnîşan dike û piştre, kandîdê nû 30 roj hene ji bo damezrandina hikûmetê.

Şareza huşdariya kirîzeke siyasî didin, ji ber ku pirsgirêka ka kîjan hevalbendî kutleya herî mezin e hîn çareser nebûye.

XS
SM
MD
LG