Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Îraqê: Dengdana Parlemenê li Ser Kabîna Alawî Hat Paşxistin


Kenalê Televîztona Îraqê ku nêzîkî hikûmetê ye ragihand ku parlemenê rûniştina dengdana li ser kabîna Mihemed Tewfîq Alawî yê jibo kabîna nû hatî destnîşan kirin hat paş xistin.

Medya Îraqî dide zanîn ku hejmara endamên parlemenê yên amade li gor yasyê têra dengdanê ne dikir, jiber wê yekê rûniştin hat paşxistin, endamên fraksyon û pêkhateyên siyasî amade nebûbûn, jiber ku destnîşankirina berbijarên kabîna çaverê kirî ya hikûmeta Alawî bo wergirtina wezaretan li gor dilê wan nebûn.

Hatîye zanîn ku paşxistina rûnişta parlemenê bo dengdanê bo roja Şemiyê hatîye paşxistin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku her ji destpêka destnîşan kirina Mihemed Alawî, tevgera xwepêşandanên li Îraqê Alawî red kir bû û dabûn zanîn ku, destnîşan kirina Alawî ne li gor daxwaz û kirîterên xelkê nerazî yê Îraqê ye, îtro Pêncşemê jî li paytext Bexda û hind bajarên navenda Îraqê meşên nerazîbûna li dij Alawî hebûn.

Herwiha hin aliyên Sûnî yên Îraqê û aliyên Kurd kandîdên ku Alawî bo kabîna nû destnşîan kirine red dikin.

XS
SM
MD
LG