Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heşdulşaabî Plan Dike ku Bargehên PDKê li Kerkûkê Desteser Bike


Gavên artêşa Îraqê ji bo derketina ji baregehên Partîya Demokrata Kurdistanê(PDK) li Kerkûkê rastî kêşeyan dibe, û grûpa Heşdulşaabî gefa desteserkirina baregehan dide û enîya Turkumanî û encûmena siyasî ya Erebî jî bi xem in.

Di çend şevên borî de hêzên Îraqî xwest ji baregehên PDKê derkevin, ku piştî 16ê Cotmeha sala 2017 kontrol kiribûn, lê hêzeke Heşdulşaabî xwe amade kir ku dest bide ser baregehan, ji ber vê yekê artêşa Îraqê jê derneket û kêşe di navbera artêşê û Heşdulşaabî de derketin pêş.

Peyvdarê encûmena serkirdayetîya PDKê li Germîyan Ednan Kerkûkî, ji Dengê Amerîka got:

“Di meha 10 ya sala borî de, hikûmeta Îraqê biyar da ku ji baregehên me yên li Kerkûkê derkeve, lê xelkê derveyî dewlet û yaseyê pêgirîyê bi biryarê nakin.”

Di demekê de ku Heşdulşaabî li dijî vegera PDKê ye bo baregehan, enîya Turkuman û encûmena Ereb jî dijberîya xwe bo vegera PDKê ragihand.

Ji bo guhdarîkirina li dirêjîya raporta Dilşad Enwer, peyamnêrê Dengê Amerîka li Kerkûkê, fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:24 0:00


XS
SM
MD
LG