Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûnên Hêzên Ewlekarî û Xewpêşanderên Îraqê Berdewamin


Çavkaniyên ewlekariya Îraqê got bi hezaran xwepêşander riyên sereke yên xala deryayî ya Um Qesir li ser kendava Farisî girtin, piştî bikaranîna hêzên wlekariyê çekên zindî û gazên rondikrêj li dijî xwepêşanderan şeva borî.

Kar li xala deryayî Um Qesir ji roja Çarşemê ve bi temamî hatiye rawestandin, piştî ku xwepêşanderan roja Sêşemê dergehê wê girt.

Um Qesir beşê herî mezin ê pêwîstiyên welêt werdigre ji genim û zeyt û şekir.

Kemyonên balhigir hatin qedexekirin ji derbabûna Um Qesir, li gor berpirsan.

Xwepêşanderan îro Şemiyê tekerên otombîlan şewitandin û rê girin li pêş hêzên ewlekariyê yên ku xwestin wan ji hev belav bikin.

Çavkaniyên ewlekarî û tenduristiyê got herî kêm 30 birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG