Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Îraqê Dibêjin Du Xwepêşanderên din Hatine Kuştin


Berpirsên Îraqê dibêjin du xwepêşander hatine kuştin û herî kêm 26 kes birîndar bûn, di xwepêşandanên berdewam ên Bexdaya paytext û başûrê Îraqê de, piştî ku serokwezîr Adil Ebdulmehdî ragihand ku ew bi niyaze dest ji kar berde.

Hikûmeta Îraqê di daxuyaniyekê de îro Şemiyê got wê kombûneke awarte lidar xist ji bo gotubêjkirina destberdana ji kar a Ebdulmehdî.

Şareza dibêjin pêwîste parleman destbedrana ji kar a Ebdulmehdî erê bike ta ku ew derbasî warê cîbecîkirinê be.

Berpirsên ewlekarî û tenduristiyê got îro Şemiyê li bajarê Necef ê başûrê welêt du xwepêşander ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin û 15 kes birîndar bûn.

Berpirsan got herî kêm 11 xwepêşander li Bexdayê birîndar bûn, dema ku hêzên ewlekariyê bi çekên zindî ew gulebaran kirin.

Berpirsên ku nexwest navên xwe diyar bikin got hêzên ewlekariyê gazên rondikrêj bikar anîn ji bo belavkirina xwepêşanderan.

XS
SM
MD
LG