Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşeka Rokêtan li Nêzîkî Balyozxaneya Amerîka li Îraqê Dibe


Hejmarek rokêt li bingehek leşkerî ya paytexta Îraqê ket, ku koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka vedihewîne.

Peyvdarekî koalisyonê got kesek di êrîşa îro Yekşemê de birîndar nebû. Êrîş li herêma kesk a Bexdayê bû.

Ev êrîş ya herî nû ye di zincîrek êrîşên wiha de ku hêzên koalisyonê dikin armanc.

Ta niha ti aliyekî berpirsiyariya vê êrîşê raneghandiye.

Meha borî Amerîka bi firokeka bê firokvan generalê Îranî Qasim Sulêmanî li Îraqê kuşt.

Çend rojan piştî kuştina Sulêmanî, hin Amerîkî di êrîşeke mûşekan a Îranê de li Îraqê birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG