Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Daişê di Êrîşekê de li Îraqê 10 Kesan Dikujin


Li Îraqê Berpirsên ewlekariyê îro Şemiyê got çekdarên Daişê di êrîşekê de li bajarê Semarayê herî kêm 10 kes kuştin.

Artêşê û hêzên Heşdulşeibî jî di daxuyaniyekê de ev êrîş piştrast kir. Êrîş dibe di demekê de ku desthilatdariya Îraqê rastî kirîza abûriya xerab û vehewenadina vîrusa koronayê bûne.

Îraqê di meha Berçile ya sala 2017an de serkeftin li dijî Daişê ragihand, piştî helmeteke leşkerî ya sê salan. Gurûpa terorîst wê demê sêyek ji axa Îraqê û Sûriyê kontrol kiribû.

Di van mehên dawî de, bermayên Daişê hewl didine ku lawaziya ewlekariya herêmên nakok di navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistana Îraqê de wek derfet bi kar bînin ji bo zêdekirina êrîşan.

Hefteya borî Daişê di êrîşekê de li bajarê Kerkûkê sê endamên hêzên ewlekariyê birîdar kirin.

Hêzên Heşdulşeibî got şeş şervanên wan di êrîşa derengî Înê de hatin kuştin. Êrîş 95 kîlometir li bakurê Bexdaya paytext bû.

XS
SM
MD
LG