Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqê li ser Sînorê Sûriyê Dest bi Operasyoneke dijî Daişê Dikin


Hêzên ewlekarî û nîvleşkerî yên Îraqê li ser sînorê Sûriyê dest bi operasyoneke leşkerî kir bi armanca pakirina herêmê ji çekdarên gurûpa Daişê.

Artêşa Îraqê got operasyona ku berbanga îro Yekşemê dest pê kir, ew ji aliyê hêzên Îraqî û endamên hêzên Heşdulşaabî ve birêve çû.

Wê got operasyona ku wê çend rojan dirêj bike ew qonaxa yekem ji operasyona îradeya serkeftinê ku armanc jê ew e parastina herêmên berfeh li parêzgeha Anbar û herêmên bakur û navendî yên parêzgehên Selahudin û Nînewa.

Tevî ku Îraqê di sala 2017an de li dijî Daişê serekeftin ragihand, çekdaran şêweyê şer guherand û êrîşên cuda cuda li wan herêman pêk tînin.

XS
SM
MD
LG