Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê bi Hezaran Şîna Qasim Sulêmanî Digerînin


Li Bexdaya paytexta Îraqê îro Şemiyê bi hezaran kes tevlî merasîmên şîna generalê Îranî Qasim Sulêmanî û serkirdeyê hêzên Heşdulşaabî Ebû Mihdî el-Muhendis bûn û durişmên dijî Amerîka hildan.

Sulêmanî û el-Muhendis, roja Înê di êrîşeke esmanî ya Amerîka de li nêzîkî firokxaneya navnetewî ya Bexdayê hatin kuştin.

Kuştina wan girjiyên tund li herêmê derxistin pêş û Îranê soza tolvedanê daye.

Serokê Amerîka Donald Trump doh Înê gotibû ku biryara kuştina wan ji bo rêgirtina li şer bû, ne destpêkirina şerekî bû.

Rêveberiya Trump dibêje Sulêmanî pilan dikir ku zincîrek êrîş pêk bîne li dijî hêz û berpirsên Amerîkî.

Beşdarên merasîmên şîna Silêmanî û el-Muhendis li ziyaretgeha Îmam Kazim a Bexdayê, bi cilûbergên reş alên Îraqê û yên mîlîtanên alîgirên Îranê hildan û bi hêrs durişmên wek “Na, Na Amerîka” û “Mirin ji bo Amerîka û Îsraîlê” gotin.

Serokwezîrê destjikarkişandî Adil Ebdulmehdî û hin serkirdeyên mîlîtanên alîgirên Îranê beşdarî merasîman bûn.

XS
SM
MD
LG