Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serkirdeyên Herêmê û Serokê Frensa li Bexdadê Kombûnekê Li Dar Dixin


Serokê Frensa Emmanuel Macron
Serokê Frensa Emmanuel Macron

Hejmarek serkirdeyên herêma Rojhilatê Navîn û serokê Frensa Emmanuel Macron îro Şemiyê li Bexdadê kom bûn ji bo gotûbêjkirina rewşa ewlekariya herêmê û pêwendiyên dîplomatîk yên welatên wê.

Kombûn bi mêvandariya Îraqê bûye ku dixwaze cîranên wê li gel hev biaxivin ji dêvla derbaskirina nakokiyan xwe bo nav Îraqê.

Pêwendiyên hin welatên herêmê ne baş in, bi sedema dijminahiya di navbera Îranê ji alîkî ve û Amerîka û hevbendên wê yên kendava Erebî ji alîyê din ve.

Organîzeran got ew pêşbîniyên destkeftên dîplomatîk di vê kombûnê de nakin lê” gihandina van welatan ba hev li ser maseyekê ew bi xwe pêşketinek e” li gor berpirsekî hikûmeta Îraqê.

Kombûn serokên Misrê Abdul Fettah al-Sîsî, şahê Urdunê Abudulla, mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed al-Thanî û Macron vehewandin.

Kiwêtê û Mîrgehên Ereb yên Yekgirtî serokwezîrên xwe şandin û Tirkiyê wezîrê xwe yê derve şand.

Serdana Macron ya herêmê bo du rojan armanc jê ew e ku piştgiriya diyaloga herêmê bike, li gel serkirdeyên Îraqê kom bibe û serdana hêzên Frensî yên ku li wir şerê dijî çekdarên Dewleta Îslamî dikin, bike.

Îranê û Erebistana Saudî ku herdu rikeberên Şîiî û Sunnî ne li herêmê, serokwezîrên xwe neşandin. Îranê got ew wezîrê derve Hisên Amîrabdullahiyan dişîne û Erebistana Saudî got wezîrê wê yê derve Feysel bin Ferhan nûneratiya wê dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG