Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cebar Yawer: DAIŞ Şaneyên Nivistî Zindî Dike Û li Zîndanan Xwe Rêk Dixe


Cebar Yawer, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge di hikûmeta Herêma Kurdistanê de, eşkere dike ku ew bûşahiya ewlekariyê ya di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexda de heyî, nehatiye pir kirin û wek xwe maye.

Cebar Yawer, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge dibêje, biryar weha bû ku 2 lîwayên hevbeş yên hêzên pêşmerge û leşkerên Îraqê pêk bînin û li herêmên ku nakokbar in di navbera Kurdan û Bexda de dest bi xebata xwe bikin, jiber ku DAIŞê li wan herêman çalak bûye.

Yawer dibêje, ew biyar hêjî baş nehatîye cih anîn, her çende hevkarî û hin caran jî operasyonên hevbeş yên Pêşmerege û leşkerê Îraqê li dij DAIŞê hene, lê dîsan bûşayî û ciyên lawaz hene ku DAIŞ bikare tev bigere.

Di hevpeyvîna bi Dengê Amerîka re Cebar Yawer dibêje"DAIŞê şêweyê karên xwe yên terorîstî guhertîye, niha weke grûpên biçûk..biçûk kiryarên terorîstî encam dide, li pirranya wan herêmên ku lê diman yên weke Îraq, Sûriye, Yemen, Afgansitan, Misir, Lîbya û welatên Ewrupa karê xwe dike û di mediya civakî de jî fikir û ramanên Îslamî yên tundrê belav dike û hewl dide xelkî zêdetir han bide û tevlî xwe bike. Heta niha DAIŞ metirsîye li ser herêmê, me dî ku berî du rojan êrişî bingehekê leşkerê Îraqê kir û 11 kes kuştin, jibilî ku êrişî zîndana Giwêran kirîye li Hesekê, û niha şer û metirsiya wê dom dike."

Derbrê hejmara çekdarên DAIŞê niha çendin û di çi rewş dane? Cebar Yawer dibêje "Kes nikare hejmara çekdarên DAIŞê bi temamî bizane, jiber ku li ciyekî namînin û her tim di liv û tevgerê dane, û xwe kirîye grûpên biçûk..biçûk û hewl didin ku li ciyên lawazî li herêmên di navbera leşkerên Îraq û Pêşmerge yan jî li hin herêaman li Sûriyê bibînin û êrîş bikin, yan jî kemîna di rê de danin, bombeyan biteqînin, û bi rêya segvanên xwe li wan herêman çalakiyan pêk bînin."

Li dawiya hevpeyvîna xwe, Cebar Yawer dibêje"DAIŞ ne tenê li Qereçox heye, li pirraniya wan herêman heye yên ku di navbera Pêşmerge û leşkerê Îraqê de weke bûşahî tê dîtin, li herêma Xaneqîn li ser sînorê Îranê û heta herêma Sihêla li ser sînorê Sûriyê ku nêzî 560 kîlometre ye, dîsan li hin herêmên weke Enbar û dewrûberên Bexda û li nêzîk Mûsil li ser sînorê Sûriyê hene, lê hêjî hejmara wan nehatîye destnîşan kirin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:19 0:00
XS
SM
MD
LG