Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îbrahîm el-Jafarî Dibêje Hêzên Îraqê 70% ji Tel Afarê Razgar Kirin e


Wezîrê derve yê Îraqê dibêje hêzên leşkerî yên Îraqê 70 ji sedî ji bajarokê Tel Afar ê di bin destê Daiş de rizgar kirine.

Îbrahîm el-Jafarî îro Şemiyê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de li gel hevtayê xwe yê Frensî ragihand.

Axaftina wî tê rojekê piştî karbidestên leşkerî gotin hêzên wan şerê derbasbûna navenda bajarok dikin bi alîkariya koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka.

Tel Afar derdora 150 kîlometir dûrî sînorê Sûriyê ye û ew yek e ji bajarokên dawî yê bin destê Daiş de.

XS
SM
MD
LG