Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Rijde Ku ji Îraqê Dernekeve


Cîgirê serok wezîrên Tirkiyê Numan Kurtulmuş roja Çarşemê jibo ajansa Anadolu ya dewletê ragihand ku leşkerên Tirkiyê dê li bingeha leşkerî ya Başîqa ya nêzîk bajarê Musil bimînin heta Musil ji çekdarên DAIŞê tê rizgarkirin.

Kurtulmuş di hevpeyvîna kenalê TRTê de got, ewê Tirkiye beşdariyê di şerê rizgarkirina Musil de bike, eger ku Yekinyên Parastina Gel (YPG) ya kurdên Sûriyê beşdar nebe.

Wek tê zanîn ev çend roj in, alozî û şeredev di navbera berpirsên Îraqê û Tirkiyê de tê berdewamkirin, serok Komarê Tikriyê Recep Tayyib Erdogan doh gef li Îraq kir bûn û got bû divê serok hikûmetê Îraqê "hedê xwe bizane", serok wezîrê Îraqê Heyder Ebadî jî bersiva Erdogan dabû.

Ev alozî ji sedema hebûna hêzên leşkerê Tirkiyê di nav axa îraqê de derketiye holê û Tikiye dibêje ewê beşdariyê di şerê rizgarkirina Musilê de bike, lê hikûmeta Îraqê mana leşkerên Tirk liser axa Îraqê û beşdariya di rizgarkirina Musliê de qebul dike.

XS
SM
MD
LG