Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjîya Navbera Îraq û Tirkîyê Zêde Dibe


Abadi Responds to Erdogan

Piştî doh roja Sêşemê serok hikûmetê Îraqê Haider al-Abadî di axiftineka xwe de got bû "dema Tirkiye bikeve di nav axa Îraqê de, ewê perçe bibe", Abadî ev axiftin kir, piştî Tirkiyê tang û topên xwe anîne ser sinor.

Gotinên Abadi rastî bersivdanek dijwar ya hikûmeta Tirkî hatin, serok hikûmetê Tirkiyê Binalî Yildirim roja Çarşemê got "Abadî kesek lawaze", herweha da xuyakirin û got eger Abadî ewqas bihêz baye ne dihişt bajarê Mûsil radestî rêkxistinên terorist bihê kirin.

Binalî Yildirim axiftina xwe arastey Abadî kir û got"Tu nikarî li hember rêxstina terorê liberxwe bidî,Tu kesekî lawazî, lê dixwazî xwe bihêz nîşan bidî", weke Binalî Yildirimn serok hikûmetê Tirkiyê dibêje.

Cîgirê serok hikûmetê Tirkiyê Numan Kurtulmuş roja Çarşemê da xuyakirin ku, Tirkiyê tang û topên xwe liser sinor bicî kirine, weke amadekarî jibo wî agirê bi welatê cîran ketî, weke ew dibêje.

Girjîya di navbera Tikiye û Îraqê de di du heftiyên borî de kete rewşek dijwar bi taybet piştî Tirkiyê hind hêzên xwe hinartîn nav axa Îraqê û dixwast beşdariyê di şerê Mûsil de bike, lê hikûmet û parlamenê Îraqê ev yek red dikir û ketina Tirkiyê ya di nav axa Îraqê de şermezar kir.

XS
SM
MD
LG