Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdana Serokwezîrê Îraqê Bo Amerîkayê Berdewam e


Nûrî El Malikî
Nûrî El Malikî

Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî roja Sêşemê gotarekê pêşkeşî Jûra Bazirganî ya Amerîka dike, rojekê piştî kombûnê ligel Serok Barak Obama bo diyarkirina karnameya piştî şerî.

Civîna roja Sêşemê piştî soz û giftên herdû rêberan bû bo dabînkirina tenahîya sîyasî û xurtkirina parastina niştimanî ya Îraqî.

Serok Obama got, Îraq dibe ku bibe model jibo wan welatan ku heza avakirina demokrasîyetê hey û her jiber wê bû Amerîka li Îraqê qurbanî dan.

Serok got, leşkerên Amerîkî bi ser bilindî li Îraqê xizmet kirin.

Rêberê Îraqê spasîya serokê Amerîkî kir û got hevkarî ya wan her pêdivî ye bi taybet di şerê terorê de û rahênana hêzên parastina Îraqê.

XS
SM
MD
LG