Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Peywendî bi Malikî û Barzanî re Dike


Cîgirê Serokî Joe Biden.

Li gor Seraya Spî, Cîgirê Serokê Amerîkî Joe Biden di peywendiyên telefonî de bi rêberên Îraqê re daxwaza encamdana diyalogê dike jibo çareserkirina qeyrana siyasî ya Îraqê.

Ofîsa birêz Biden ragihand ku Cîgirê Serokî roja Yekşemê peywendî bi Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî kir û roja Şembî peywendî bi Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî kir.

Li gor ragihandina ofîsa Cîgirê Serokî, birêz Biden guhê xwe da nêrînên herdu rêberan, hizira xwe beramberî qeyrana siyasî diyar kir û ragihand ku Amerîka piştevaniya diyalogê dike li navbera rêberên siyasî yên Îraqê.

Kêşeyên siyasî yên Îraqê tundtir bûn piştî desteyeka dadwerî ya Îraqê fermana girtina Cîgirê Serokê Îraqê Tariq El Haşimî da. Haşimî, ku Sunnî ye, reviya Kurdistana Îraqê da nehêtê girtin.

Haşimî, ku bi terorê hatiye tawanbarkirin, daxwaz kiriye ku li Kurdistanê bê dadgehkirin.

XS
SM
MD
LG