Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bi Ragirtina Pereyan û Rêdanên Kêmwext Fişarê Dide Ser Îraqê


Balyozxaneya Amerîkî li Îraqê

Vê hefteyê Amerîka careke din rê da Îraqê ku gaza Îranê wergire, tevî cezayên Amerîka yên dijî Tehranê.

Lê diyar e sebra Waşingtonê êdî ber bi dawî ve diçe. Rêdana dawî tenê bo 45 rojan bû, di demekê de ku berê 90 yan 120 roj bûn.

Îraq li ser çateriyên hestdar e. Serokwezîrê wê yê nû zorê dibîne ji bo damezrandina hikûmeteke nû, xwepêşandanên dijî hikûmetê lidar in, û girjî di navbera herdû hevalbendên wê yên sereke Amereîka û Îranê de bilind in û wan berê xwîn li ser xaka Îraqê rijandine.

Di demekê de ku Îranê hejmûniyeke berbiçav a siyasî li Îraqê heye, Amerîka hîn kerta sereke hildigre, abûriya welêt.

Her derdora mehekê, Banka navendî ya Îraqê 1ta 2 milyar dolar li New Yorkê, cihê ku dahatên xwe yên niftê lê dimînin, dide ji bo pîvanên fermî û bazirganî.

Dayîna pereyên meha Çille bo Îraqê bêhtirî hefteyekê hatin ragirtin, li gor berpirsekî Îraqî û çavkaniyeke pîşesaziya niftê, ku got biryara koşka Spî ji ber sedemên siyasî bû.

Berpirsê Îraqî got ku kêr li ser stûyê wan e.

XS
SM
MD
LG