Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Cotpeqînan de 5 Kes li Başûrê Îraqê Hatine Kuştin


Wêneyeke arşîvê ji peqînelê li Dîwanîyah
Karbidestên Îraqî dibêjin, di encama cotpeqînan de herî kêm 5 kes li wî welatî hatine kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Polîsên Îraqî dibêjin peqîn demeke zûtir ya îro Înîyê li bazreke nêzîkî parêzgeha Dîwanîyah qewimî.

Heta niha ti kes berpirsîya êrîşa li devera bi piranî Şîa bi ser xwe ve negirtîye. Lê, tê zanîn ku vê dawîyê, mîlîtanên Sunnî li seranser welêt gelek êrîşan li dijî Şîayan pêk tînin.

Roja Pêncşemê jî di encama rêzepeqînan de, bi kêmî ve 22 kes li taxeke Şîayan ya paytaxt Bexdayê hatibûn kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bibûn.

Tundûtûjîya zêdebûyî li vê demê tê ku Sunnî li dijî Serokwezîr Nurî El Malikî û hikûmeta wî ya bi giranî Şîa xwepêşandanên nerazîbûnê dikin.

Gelek Sunnî Malikî tawanbar dikin ku hikûmeta wî tenê piştgirîya Şîayan dike û sîyaseteke dijî Sunnîyan birêve dibe.
XS
SM
MD
LG