Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevalbenda El Qaydê ya li Îraqê Berpirsîya Êrîşên Kujêr Radigihîne


Hevalbenda El Qaydê ya li Îraqê dibêje, wê zencîra êrîşên do Sêşemê birêve birîye.

Di encama wan êrîşan de dora 60 kes hatibûn kuştin, bi giştî li deverên Şîa yên paytaxta Îraqê, Bexdayê.

Dewleta Îslamî li Îraqê îro Çarşemê daxuyanîyek li ser malperên Cîhadîxwaz belav kir û tê de berpirsîya êrîşan xiste stûyê xwe.

Rêxistina Îslamî got, ev êrîş gava pêşîn e ku tolhildan dû re tê.

Bêtirî 10 bombeyan Sêşemê danê sibehê li seranserî Bexdayê peqîyan ku herwisa bûn encama kuştina pirtir ji 160 kesan.

Çend peqînên din li bajarokên bakur û başûrê Bexdayê jî hatin ragihandin.

Ev êrîş, êrîşên herî kujêr bûn ku di çend mehên dawî de li Îraqê pêk tên. Hêjayî gotinê ye ku êrîş li êvara salvegera dehan ya şerê Îraqê hatin kirin.
XS
SM
MD
LG