Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Meha Nîsanê li Îraqê Meheke Pir Xirab Bû


Netweyên Yekbûyî dibêje, meha Nîsanê ji Hazîrana 2008’an vir ve meha herî kujêr ya li Îraqê bû.

Nûnertîya Netweyên Yekbûyî li Îraqê pêzanînên xwe îro Pêncşemê belav kirin ku li gor wê, 712 kes li meha Nîsanê hatine kuştin, 1.633 kesên din jî birîndar bûn.

Nûnertîya Netweyên Yekbûyî li Îraqê ragihand ku ji nav qurbanîyan 595 kesên sîvîl in û 117 kes ji hêzên ewlekarîyê Îraqî bûn.

Raport dîyar dike ku yek jî sê hemî qurbanîyan ji parêzgeha Baxda bûn. Herwiha Dîyala, Selahaddîn û Kerkuk jî bûn armanca tundîya dijwar.

Bi zêdebûna tundûtûjîyê xem û tirs zêde dibin ku Îraq careke din vegere dema şerê mezhebî ya 2006 û 2007’an ku bi deh hezaran kes hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG