Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Malikî Red Dike ku Çekdarên PKK'ê li Bakur Bicîh Bin


Hikûmeta Îraqê îro Pêncşemê red kir ku çekdarên PKK’ê ku ji Tirkîyê vedikişîn li bakurê wî welatî bicîh bin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku di pêvajoya aştîyê de roleke girîng dilîze, pêşnîyar kiribû ku çekdarên ku ji nav sînora Tirkîyê derdikevin li wê derê bimînin.

Pispor dibêjin, bi vê daxuyanîya nû ya Bexda, îhtîmal heye ku girjî û reqbûna navbêra hikûmeta Malikî û Kurdan zêdetit be.

Daxuyanêya Wezareta Derve got, “Hikûmeta Îraqê hemî planên sîyasî û aşîtîxwaz yên jibo çareserîya pirsa Kurd û sekinandina xunrijandinê erênî dibîne. Lê, di heman demê de ew qebûl nake ti grubeke terorîst têkeve hindûrê axa wê ku dikare ewlehî û îstêqrara Îraqê xirab bike”.

Bi armanca nermkirina xemên Bexda berdevkê PKK’ê, Ahmet Deniz got ku plana çareserîyê demokrasî û îstîqrara herêmê xurtir bike.

Denîz ji Associated Press re got ku pêjavoya aştî ne dijî ti welatî ye û sedem tune ku Bexda yan paytaxteke din wê yekê wek tehdît bibîne.
XS
SM
MD
LG