Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînên li Îraqê de bi Dehan Kuştî Hene


Karbidestên Îraqî û jêderên nexweşxaneyan radigihînin ku di peqînên seranser welêt de herî kêm 20 hatine kuştin, 65 kesên din jî birîndar bûn.

Peqîna herî kujêr li bajarê Kerkukê qewimî ku 2 bombeyên nav otomobîlan û bombeyeke ser rê konvoya rêvebirê polîsan kire armanc. Di encama wan peqînan de 9 kes hatine kuşştin.

Li paytaxt Bexda jî di jimareke peqînên otomobîlî yên dijî taxên Şîayan de, bi kêmî ve 8 kes hatine kuştin.

Demeke zûtir ya Çarşemê jî li Tarmiyah ku 50 kîlometre dûrî Bexda ye, bombevanekî xwekuj bi motosaykila xwe êrîş bi ser xaleke kontrolê. Di wê êrîşê de 2 polîs hatine kuştin û 4 polîsên din jî birîndar bûn.

Di peqîna bombeyeke ser rêkê de jî, 2 polîs li bajarê Musilê hatine kuştin, 2’yên din jî birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG