Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: 1,045 Kes Meha Gulanê li Îraqê Hatin Kuştin


Ofîsa Neteweyên Yekbûyî roja Şembî li Îraqê ragihand ku herî kêm 1000 kes meha Gulanê li Îraqê hatîne kuştin.

Li gorî amara Neteweryên Yekbûyî, 1,045 kesên sivîl û endamên hêzên parastina Îraqê li meha bihurî li Îraqê hatin kuştin.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Martin Kobler li Îraqê xembarîya xwe hemberî zêdebûna hejmara kuştîyan li Îraqê dîyar kir.

Birêz Kobler got, gerek rêberên sîyasî yên Îraqê bi zûtirîn dem kar bikin jibo sekinandina herikîna xwînê li Îraqê.

Êrîş û teqîn bi awayeke berçav li mehên Nîsan û Gulanê li Îraqê zêde bûn, piştî hêza hikûmeta Îraqê ya bi rêberatîya Şîeyan êrîş kire ser kampeke xwepêşanderên Sunnî li Hewîce.
XS
SM
MD
LG